ÇÎROKA ME YA DAMEZRANDINÊ.
Em ê di dawiya sala 2022 “Weltnatur Bürgerinitiative 2022 Înîsiyatîfa Xwezayê ya Cîhanê” ava bûn..
Û weke mirovên ji her devera cîhanê, ji bo em karibin hawirdor û xwezaya xwe biparêzin, em hewl didin mafê parastina avhewayê bi dest bixin.
Mafê welatiyên YE û Elmanyayê heye ku beşdarî daxwaznameyên parastina avhewayê bibin, yên din jî ji vî mafî bêpar in!
Rewşeke gelekî xemgîn e ku ji bo parastina avhewayê welatiyên ne yekîtiya Ewropayê neçar in destûrê bixwazin. Ev binpêkirina rûmeta mirovahiyê ye.
Li welatekî demokratîk, divê welatiyên ne YE’yî jî bêyî ku ti sînoran deynin divê destûr were dayin ku mafê demokrasiyê bistînin. Rewşa heyî şêweyekî şîdet û tinekirinê ye. Em daxwaza guherînê ji qanûna heyî yan qanûneka nû dikin da ku derfet ji her kesî re hebe û demokrasîyê û wekhevîyê bi hemû awayî bicih bihîne
Divê ev qanûn ne tenê ji bo Elmanya û welatên YEKÎTIYA Ewropayê, ji bo hemû welatên cîhanê derbasdar be.
Divê em misoger bikin ku her kes li ku derê dijî bila bijî, xwedî mafê beşdarbûna parastina avhewayê be.
Serlêdanên ji bo parastina avhewayê yên weke daxwazname û referandûmê yên welatiyan, şopandin û pêşvebirina encamên wan, hemû jî bi navê parastina şêniyên gerstêrka me û avhewaya wê tên kirin.
Ji ber vê yekê em piştgiriyê dixwazin, lê em bi hev re dikarin destê hev xurt bikin û bi ser bikevin.
Bi hev re!
Daristana Wild – Wilhelmsburg, em jî hewl didin vê biyotopa hêja rizgar bikin.
Em bi zimanên cuda yên cîhanê semînerên parastina avhewayê yên bi sertîfîka pêşkêş dikin ku mirov karibin tedbîrên parastina avhewayê bi cih bînin û avhewayê biparêzin.
Em jî ji bo “aştiya cîhanê û bêçekbûyînê”, “kolonyalîzm” ji bo bidawîbûna şeran divê.
Gerstêrka Cîhanê yek e, em dikarin bi hev ra, bi destî biparêzin, ji ber ku ev der mala me hemûyan e. Em dikarin bi hev re vê bi ser bixin, ji ber ku di yekitiyê de hêz heye!
Parastina avhewayê me hemûyan eleqedar dike!
Û pirsgirêkên gerdûnî çareseriyên gerdûnî dixwazin!
Ji bo wî ev girîng in:
Cihêrengî û Hurmetê
Cihêrengî û Berfirehiya Tevgerê
Cihêrengî û Demokrasiyê
Cihêrengî û Edaletê
Cihêrengî û wekhevî
Cihêrengî û Edaleta Avhewayê
Cihêrengî û dervehiştinê
Cihêrengî û Qanûn/Maf
Cihêrengî û Pejirandin